FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Dengdana gotinên rêberê mezine Cihanê li rojnama Siyonîstî

Rojnama Siyonîstî nivîsî; Rêberê Îranê gotiye ku ji Întefaza Filistînê bona jinavbirina Îsrayîl ku wekî qanserê li navçê ye piştevaniyê dike.

Rojnama Siyonîstî ya Taymz af Îsrayîl roja sêşemê li berteka gotinên Rêberê mezine inqilabê li konferansa navnetewî ya piştevaniya ji Întefaza Filistînê li Têhranê nivîsî: Rêberê Îranê li vê konferansê ji Îsrayîl wekî qanser nav biriye û piştevaniya xwe ji Întefazê heta jinavbirina Îsrayîlê piştevanî kir û got: Civata navnetewî ber bi sekinîna li hemberî Îsrayîl diçe.

Vê rojnamê ragihand Ayetullah Xamineyî li van gotinan pesna berxwedanê li hemberî dagîrkeriya bê miruvet da û got: Dagîrkeriya bê rehm zûlma herî mezine li netewekê ku li dîrokê tê nivîsîn.

Rojnama Siyonîstî ya Taymz af Îsrayîl nivîsî ku gor gotinên rêberê îranê xîmdarên Îsrayîl berpirsê aloziyên niha li navça rojhilata navînê ne.

Li vê civînê navnetewî ya piştevaniya ji Întefaza Filistînê lê Têhranê serokên  sê saziyên sereke yên welêt, wezîrên  dewletê, nunerên  meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û fermandeyên  grûpên cîhadî û berxwedanê beşdar bûne.

Druşmeya şeşmîn  civîna  navneteweyî ya piştgiriya ji serhildana gelê Filistînê, `Hemî bi hev re  jibo piştgiriya ji Filistînê` ye.

Li gorî gotina Kazim   Celalî, berdevkê vê civînê li mersima  îro zêde ji 80 taxim û 700 mêvanên biyanî bo du rojan dê mêvanê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bib û roja pênşemiyê jî dê civînekê tev rêxistinên  sivîl (NGO) û saziyên  nedewletî yên  alîgirê berxwedana  Filistînê li  cihê  civîna serokan li dar bixin.

Hêjayî gotinê ye ku 5 civîn li salên, 1991, 2001, 2006, 2008 û 2011`an û piştî pejirandina  qanûna piştgiriya ji inqilaba Îslamî ya gelê Filistînê li 9`ê Gulana sala 1990`î li Têhranê hatiye lidarxsitin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu