ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Rehîm-Sefewî: Rola gelê Kirmanşanê di serdema Berevanîya Pîroz bêhempa ye

Alîkar û rawêjkarê pilebilind ê rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê, rola gelê Kirmanşanê di serdema 8 salên şerê Iraqê li dijî Îranê ango Berevanîya Pîroz de bêhempa û nayê inkarkirinê zanî.

Serleşker Seyîd Yehya Rehîm-Sefewî duh danê êvarê li merasima destpêkirina proja avakirina Navenda Çandî ya Berevanîya Pîroz li Kirmanşanê li rojavaya Îranê got: Egîtîya ku gelê parêzgeha Kirmanşanê di serdema Berevanîya Pîroz de nîşan dan yê hertim li dîrokê tomarkirî bimîne.

Serdar serleşker Rehîm-Sefewî herwiha got: Hêjatîya gelê parêzgeha Kirmanşanê gellekî zêdetir ji wan xizmetan e ku niha raberê wan tên kirinê, Kirmanşan û gelê wê roleke berbiçav di serdema Berevanîya Pîroz de hebûn.

Alîkar û rawêjkarê pilebilind ê rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê bi gotina vîya ku Kirmanşan ji destpêkê ve li xeta pêşîn a şerê li hemberî rêjîma Beis a Iraqê bûye û di serdema Berevanîya Pîroz de 1200 carî ketîye ber êrişên mûşekî, got: Pişkdarîya 170 hezar serbaz û têkoşerên Kirmanşanî li bereyên şerê li hemberî dijmin vê yekê isbat dike.

Serdar serleşker Rehîm-Sefewî herwiha got: Pêşkêşkirina nêzî 10 hezar şehîdî û zêde ji 20 hezar kêmendamên ji ber şêrê sepandî nîşaneke qahîm a din têkildarî fidakarîya gelê parêzgeha Kirmanşanê di serdema Berevanîya Pîroz de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu