NûçeBehreynRojhilatanavin

Dengdana hilbijartinên Behreynê bi beşdariya herî kêm bi dawî bû

Dengdana hilbijartinên parlemanî û encûmenên bajarên Behreynê ku di bin siya boykotkirina gel û partî û girûpên curbicur de hatibû lidarxistin, êvariya Şemiyê bi dawî hat.

Hilbijartinên parlemanî û encumenên bajarên Behreynê sibeha Şemiyê di bin siya boykotkirina gel û aliyên opozisyonê de dest pê kir.

Di vê hilbijartinê de ku gel, partî û komên mûxalefetê wê formalîte dihesibînin, 433 namzet ji bo 40 kursiyên parlemanê ketin nava hevrikiyê. 173 namzed jî ji bo 30 kursiyên encumenên bajaran ketin nava hevrikiyê. Ev hilbijartin li 55 navendên dengdanê hat kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Cemiyeta El-Wefaq a Behreynê li dawiya dengdanê ragihand ku rêjeya beşdariya xelkê li vê hilbijartinê negihîşt %28`ê.

Hikûmeta Behreynê bi îstîsmarkirina qanûna bi navê îzolekirina siyasî, girûp û partiyên opozîsyonê hilweşand û nehişt ku kesayetên opozîsyon û serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin.

Ji ber wê jî ev kom û partiyan hilbijartin di çarçova hevrikîkirinê nedîtin û tekez kirin ku ev hilbijartin rûwekî û formalîte ye û daxwaza boykotkirina hilbijartinan kirine.

Xelkê Behreynê jî hevdem ligel lidarxistina xwenîşandan û kombûnên hefteyên borî, li ser boykotkirina hilbijartinan û piştgiriya ji girtiyên siyasî yên vî welatî tekez kirine.

Başa dön tuşu