ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Îranê teqînên terorîstî li Sûriyê şermezar kir

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve yê Îranê, qewimîna kiryarên terorîstî li nav axa Sûriyê mehkûm kir û ragihand ku ev teqînên ku xelkê sivîle Sûriyê dike hedef , ji ber işkesta terorîstan û nekarayiya wan li şerê tev artêşa Sûriyê ye û ewna bona pêşbirina xeyalên xwe yên xave siyasî xelkê sivîl dikine hedef.

Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve yê Îranê duh duşemê kiryarên terorîstî yên bi dû hev li parêzgehên Tertûs, Hums, Hesekê û derûdora şamê ku bûye sebeba kuştina dehan kesên bê guneh şermezar kir û hevderdiya xwe tev gel û dewleta Sûriyê daye diyarkirin.

Qasimî destnîşan kir; Kiryarên terorîstî yên terorîstên tekfîrî û piştevanên wan yên Wehabî bona êrişa ser xelkê sivîle Sûriyê nîşana nekarayî û işkesta terorîstan e û niha ewna bona pêşbirina xeyalên xwe yên xave siyasî cinayetên nemirovane li nav axa Sûriyê, Iraq û Yemenê cih tînin.

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara îslamî ya Îranê destnîşan kir; Pêwîste ku civatên navnetewî û civata cîhanî dest ji vê bê dengiya xwe li hemberî cinayetên terorîstan û piştevanên wan berdin û berpirsyariya xwe ya qanûnî û mirovî bona kokbirkirina terorîstan bi micidî îcra bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu