CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Dengvedana berfire ya koça dawîyê ya ayetulah Haşimî-refsencanî li mêdyayên cehanê

Nûçeya koça dawîyê ya ayetulah Haşimî-refsencanî serokê civata kifşkirina berjewendîyên inqilaba islamî ya Îranê, demlidest bû nûçeya yekem a şebekeyên civakî, nivîsîkî, radyo û televîzyonên dinyayê.

Pirranîya mêdya û çapemenîyên Îtalîyayê çend deqîqeyan bi dû koça dawîyê ya ayetulah Haşimî-refsencanî, nûçeya koça dawîyê ya wî weşandin.

Koça dawîyê ya ayetulah Haşimî-refsencanî bû nûçeya yekem a mêdyayên Fransayê jî û malpera Figaro`yê nivîsî, ayetulah Ekber Haşimî-refsencanî serokomarê berê û yek ji sîyasetvanên kilîdî yên Komara Islamî ya Îranê îro danê êvarê di temenê 82 salîyê da di encama rawestana dil da koça dawîyê kir.

Rojnamên El-Pais, El-Mondo, ABC û Wangovardia û televîzyona netewî ya Spanîyayê jî bi raporên cida nûçeya koça dawîyê ya ayetulah Haşimî-refsencanî weşandin.

Radyo û televîzyonên dewleta Serbistanê jî li malpera xwe bi manşêta “ Serokomarê  berê yê Îranê Ekber Haşimî-refsencanî koça dawîyê kir“ nûçeya koça wî ya dawîyê weşandin.

Mêdyayên Hindûstanê jî ayetulah Haşimî-refsencanî wekî kesayetîyekî mezin û bibandor ê Îranê zanîn û nivîsîn ku Ekber Haşimî-refsencanî serokomarê berê yê Îranê û yek ji sîyasetvanên berbiçav ên vî welatî ji ber rawestana dil koça dawîyê kir.

Ayetulah Haşimî-refsencanî serokê civata kifşkirina berjewendîyên nizama Komara Islamî ya Îranê, şeva buhurî di temenê 82 salîyê da ji ber rawestana dil li nexweşxana Şoheda ya Têhranê koça dawîyê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu