ÎranNûçeRojhilatanavin

Dengvedana gotinên rêberê giranqedr ê Inqilabê li medya rojavayê

Gotinên îro yên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li bara şertê mayîna Komara Îslamî ya Îranê li rêketinnama navokî û teqezkirina wî li ser garantîkirina parastina berjewendiyên Têhranê li vê peymana navneteweyî , bi awayekî berfireh li medyayê rojavayê deng vedan.

 Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê, France Pressê li vê barê nivîsî: Ayteullah Xamineyî rêberê pilebilind ê Îranê îro raghand ku Têhran ji rêketinnanama navokî derdikeve meger ku  aliyên ewrûpî  yên wajokirê hevhatinê li bara dewama  têkiliyên ticarî  piştî derketina  Emerîkayê ji  hevhatinê, garantiyê bidin.

Wî li axiftinekê xitabî dewleta Îranê  ku ji televîzyonê hat weşandin, got: Tê gotin ku  hûn daxwaza dewama hevhatina  navokî bi sê welatên ewrûpî re dikin. Min bawerî bi van sê welatan tine.

Ger hûn dixwezin, peymanê girêdin, bila garantî bibe ne ku  dê hemen karê Emerîkayê bikin.Ayteullah Xamineyî rêberê pilebilind ê Îranê got ku dewleta Îranê rastî îmtihaneke  mezin ji bo parastina rûmeta gelê Îranê hatiye.

Wî li bara  pêbaweriya li rayedarên  biyanî hişyarî da û bi bîr xist ku gotina wan  jî bênirx e, îro tiştekê dibêjin û sibê tişteke din. Ayteullah Xamineyî rêberê pilebilind ê Îranê tevî bêbaweriya mêjûyî li bara Emerkayê dema girêdana vê peymanê piştgirî da wê û heta got ku  ev hevhatina dikare  bingehek be bo muzakirên zêdetir.

Reutersê jî têkildarî gotinên rêberê giranqedr ê inqlabê ragihand: Ayteullah Xamineyî rêberê pilebilind ê Îranê tevî bişikbûna li bara pêşeroja  rêketinnama navokî, gotinên  Trump li bara derktina ji hevhatina  navokî sivik û bênirx dan zanîn û got ku  pêbaweriya xwe li welatên ewrûpî naynin.

Renge zêde ji  10 derew li gotinên wî hebûn, him gef li nizamê xwar û him jî li gel ku ez ê visa bikim û wisa bikim . Ez  ji aliyê gelê Îranê ve dibêjim. Ev mêrika jî dê bimre û leşê wî bibe xwareka  mahr û moran û Komar Îslamî dê hema wisa  bisekine.

Associated Pressê jî gotinên  rêberê giranqedr ê inqilabê xistin rojevê û li raporekê nivîsî: Rêberê  bilindqedr ê Îranê, Donald Trump ji ber derketina  Emerîkayê ji rêketinama navokî tawanbar kir û got ku renge zêde ji 10 derewan li gotinên wî hebûn, him gef li nizamê xwar û him jî li gel.

Başa dön tuşu