NûçeRojhilatanavinSûriye

Derdora 80 hezar kes ji awareyên sûrî ku ji navçeyên bin dagirkeriya DAIŞ`ê li Sûriyê revîne, li navçeyeke ser sînorê vî welatî û Urdinê di rewşeke nediyar da derbas dikin

Saziyên hawargihan ragihandin ku li navçeyeke bêalî û bêteref li sînorê Sûriyê hin welatiyên sûrî hene ku ji destê DAIŞ`ê revîne, lê Urdin rê nade wan.

Saziyên hawargihan ragihandin ku awareyên sûrî niha di rewşeke dijwar da ne û li ber êrîşên berdewam in û tevî hemî pirsgirêkan, hejmara wan roj bi rojê zêdetir dibe.

Van saziyan ragihandin ku ji bo gihandina alîkariya sûrî li navçeya Rekbanê gellek pirsgirêk hene û zûtirkê hejmareke zêde ya gelê Sûriyê ku ji şêrr revîne, dê li vê navçeyê bi cih bin.

Hêzên çekdar ên Urdinê kontrola navçeya sînorî ya Rekbanê girtine destê xwe û eva yekem car e ku wan rê daye rojnamevanan ku qeyrana awareyên sûrî ragihînin mêdyayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu