ÎranNûçeRojhilatanavin

Derfirotina berhemên masîvaniya Îranê 50 milyon dolarî zêde bûye

Serokê Rêxistina masîvaniya Îranê got: Berhemên derfirotina masî û avjiyan a Îranê li sala 2015`an nêzîkî 350 milyon dular bû ku ev reqema heya dawiya îsal dê bighêje 400 milyon dularî.

Hesen Salihî serokê Rêxistina  masîvaniya Îranê şemiyê şevê li parêzgeha  Hurmuzganê li başûrê Îranê bal kişand ser vê yekê ku  sala 2015`an zêde ji 12 hezar ton mêygû li Îranê berhem hatiye û bo derve hatiye firotin û got : Asta derfirotina mêygûyê li Îranê heya adwiya îsal dê bighêje zêde ji 14 hezar tonê.

Hesen Salihî destnîşan kir Îran li warê geşatî û berfirehkirina  berhemên masîvaniyê jibo xebitandina sermayê û bazara derfirotinê li sala buhurî tev welatên Fransa, Romanî, Fenland, Îtalya, Çîn, Viyetnam, Rûsiye û Taylendê muzakire kiriye.

Li gorî vê raporê, şîrketeke fransî li çarçêva  muzakiran û hevhatina cihhatî navbera Îran û Fransayê li beşa pêşeya masîvaniyê li parêzgeha  Lursitanê li rojava Îranê dê nêzîkî 2  û nîv milyon dular sermayê bixebitîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu