ÎranNûçeRojhilatanavin

Derfirotina genimê Îranê bo bazarên cîhanî ji hefteya tê va

Birêvebirê giştî yê kompaniya bazirganiya dewletî ya Îranê, ragihand, derfirotina genimê Îranê wê ji hefteya tê dest pê bibe.

Elî Qenberî, birêvebirê giştî yê Kompaniya Bazirganiya Dewletî ya Îranê, roja şemiyê li gotûbêja bi IRIB News`ê, bal kişand ser vê yekê ku navenda serûberkirina bazara Îranê, îzna derfirotina sê mîlyon ton genimê zêde, jibo derveyî welêt daye û herwiha got: Bi destpêbûna derfirotina gênim, Îran dikeve lîsteya welatên bifiroşê gênim li cîhanê.

Qenberî bal kişand ser vê yekê ku Tirkiye û Îtalya, mişteriyên genimê Îranê ne û herwiha got: Ji firotina sê mîlyon ton genimê zêdemayî, nêzî 600 mîlyon dolar pereya biyanî sûd digihêje Îranê.

Di eynî demê de li gorî rapora Navenda Amara Îranê, geşepêdana aborî ya li pişka pêşeyê, li şeş meha destpêkê ya sala 1395`an a koça tavî, gihîşte sedî 9.1`an (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu