ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Amerîkayê dil heye şerê derûnî û helahelayê dijî gelê Îranê bi rê xîne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Rayedarên Amerîkayê bi bikarwergirtina amûra têrorîsma aborî û boykotên neqanûnî, dil hene şerê derûnî li dijî gelê Îranêî bi rê xînin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Navenda Dîplomasiya Giştî û Mêdyayî ya Wezareta karên derve ya Îranê, Behramê Qasimî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê wek berteka li hemberî îdiaya xapînok a Mayk Pompêoyê wezîrê karên derve yê Amerîkayê derbarê vê yekê ku pêşketina aborî ya Îranê ji ber hebûn û şerê dijî têrorîsmê li navçeyê kêm bûye, got: Ev cûre gotin xapînok û ji bo xapandina raya giştî ne û şaşfamiyeka aşkira ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Têkoşîna dijî têrorîsmê li navçeyê û parastina aştî, aramî û ewlehiya sînorên îranê ku bernameyên dijî Îranê yên rayedarên Amerîkayê tûşî astengiyê anîne, siyasetekea nû nine.

Qasimî destnîşan kir ku abora Îranê di salên bihurî da ku li şerê dijî têrorîsmê pêşeng bûye, hertim pêşketineka sedî 8ê hebûye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Rayedarên dewleta niha ya Azmerîkayê sityaset û nêrînên xwe yên xapînok li warê dijminatiya bi gelê Îranê ra li ser bingeha hêvî û xwestekên xav ên rêjîm, kes û komên têrorîst ên qewirandî û menfûr danîne ku tenê xewn û xeyalek e û hew.

Mayk Pompêo wezîrê karên derve yê Amerîkayê Îniya bihurî Komara Îslamî ya îranê bi sûcê piştgiriya ji têrorîsmê tawanbar kir û îdia kir ku Îranê Rojhilata Navînê ne-aram dike.

Başa dön tuşu