NûçeRojhilatanavinSûriye

Derketina grûpek ji terorîstan ji Humsê

Di encama rêketina di navbera artêşa Sûriyê û terorîstan de, grûpa dudyan a terorîstan bi malbatên xwe ve ji navça Heyel-Weir li derûdora Humsê  li bakûra Sûriyê derketin û qirar e ku herin bajarokê Darul-Kebîre li bakûra vê parêzgehê.

Pêncşemiya hefta bihurî 22 Îlonê hema li çarçîva vê rêketinê , grûpa yekem a terorîstan, ku 123 çekdar bûn hevrê digel 157 endamên malbata xwe ji navça Heyel-Weir li derûdora Humsê derketibû.

Li qunaxa destpêkê ya agirbesa Humsê li Kanûna sala par 720 terorîst û malbatên wan ji navça Heyel-Weir li derûdora Humsê derketin , lê ji ber ku aliyên çekdar ev rêketina binpê kiribûn, ev rêketina hema nivîşkan mabû.

Hums ji van parêzgehên Sûriyê ye ku grûpên terorîstî li nav vî parêzgehê ne û dijî dewlet û xelkê Sûriyê şer dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu