ÎranNûçeRojhilatanavin

Meclisê dengê bawerîyê da 3 wezîrên ku Rûhanî pêşnîyar kiribûn

Meclisa şêwra islamî ya Îranê dengê bawerîyê da her sê wezîrên ku dewleta Rûhanî pêşnîyar dabûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, endamên meclisa şêwra islamî ya Îranê li civîna îro ya meclisê, piştî hilkolandina hêjatîya wezîêrn ku dewletê pêşnîyar dabûn, bi dengê xwe yê Erê, Fexredîn Ehmedî-Danişaştîyanî, Riza Salihî-emîrî û Mesûd Siltanîfer wekî wezîrên perwerde, çand û irşada islamî û werziş û ciwanên Komara Islamîya Îranê derbasî kabînê kirin.

Daniş-aştîyanî bi 157 dengên Erê, Salih-emîrî bi 175 dengên Erê û Siltanîfer jî bi 195 dengên Erê, dengê bawerîyê ji meclisa şêwra islamî ya Îranê wergirtin.

Berî vîya, Elîefxer Fanî, Elî Cenetî û Mehmûd Gûderzî wezîrên perwerde, çand û irşada islamî û werziş û ciwanan bi ragihandina amadebûn û hevrêtîya jibo cebirandin û bihêzkirina kabînê, ji posta xwe vekişin ku serokê Komara Islamî ya Îranê jî pejirand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu