CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

NY: Êrîşên hewayî li dijî Sûriyê li ser ziyana navçeyê ye

Berdevkê Sêkrêtêrê Gişt ên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) êrîşên Rêjîma Siyonîst li ser Sûriyê ser ziyana navçeyê da zanîn.

Berdevkê Sêkrêtêrê Gişt ên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Stêfan Ducarîk roja Duşemiyê wek bersiva bo IRNAyê derbarê êrîşên Rêjîma Siyonîst li ser Sûriyê got: Ev êrîş li ser ziyana navçeyê ne û agirbnesa demdirêj navbera du aliyan dike ber xeterê.

Ducarîk her wiha got ku têkilliya wî digel hêêzn Israîlî û rayedarên Sûriyê heye da ku kêşeyê li navçeyê kêm bikin.

Firokeyên Rêjîma Siyonîst berbanga Duşemiyê êrîşî ser Şama paytexta Sûriyê kirin; Li gorî rapora mêdyayên Sûriyê, pedafenda hewayî ya vî welatî, çend mûşek şopandin û teqandin.

Rêjîma Siyonîst berovajiya qanûnên navneteweyî tenê di meha Çileya 2019an da sê caran êrîşî ser axa Sûriyê kiriye.

Başa dön tuşu