ÎranNûçeRojhilatanavin

Derstpêbûna sîyemîn Konfêransa Navneteweyiya Wehdeta (Yekîtiya) Îslamî li Têhranê

Sîyemên dewra Konfêransa Navneteweyiya Wehdeta (Yekîtiya) Îslamî bi amadebûna serokomarê Îranê û bi dirûşma yekîtî û pêwîstiya sekinîna li hemberî komên tekfîrî li Têhranê dest pê bû.

Li sîyemîn dewra Konfêransa Navneteweyiya Wehdeta (Yekîtiya) Îslamî zêde ji 300 mêvanên îranî û biyanî di sê rojan da mijarin wek pêwîstiya sekinîna li hemberî tevgerên tekfîrî hildikolînin.

Ji bilî birêxistina 10 civînên taybet, komîsiyonên sekinîna li hemberî pirsgirêkên pêşberî umeta îslamî, rewşa kêmîneyên olî, yekîtiya zanayên berxwedanê, Mesaî Hemîde, mêdya û komîsiyona jinan di van sê rojan da tên damezirandin.

Li Konfêransa Navneteweyiya Wehdeta (Yekîtiya) Îslamî zanayên welatên Malizya, Rûsiye, Endonizya, Iraq, Libnan, Taylend, El Cezayîr, Inglîs, Amerîka, Inglîz, Tûnês, Çîn û Misrê beşdar in.

Her viha hevdem digel birêxistina Konfêransa Navneteweyiya Wehdeta (Yekîtiya) Îslamî, yekem mêhrîcana navneteweyiya fîlma Yekîtiya Îslamî bi raberkirina berhemin ji 37 welatan tê lidarxistin ku ev fîlm li ser mijara cîhana îslamê (Kesayetiya pêxemberê hêja yê îslamê (S), Qurana Kerîm, Yekîtiya Umeta Îslamî her viha mijara Dijminatiya digel Îslamê) ji bo mêvanan tên weşandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu