ÎranNûçeRojhilatanavin

Deryadar Fedewî: Ger dijmin himaqetekê bikin, dê hêza rastîn a Sipahê Pasdarên bibînin

Fermandê hêza deryayî ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî roja înê balkişand ser amadetiya hêza deryayî ya sipahê ji bo rawestana li ber her cure gefekê û destnîşan kir: Ger dijmin li navçeyê himaqetê bikin, dê hêza rastîn a Sipahê Pasdaran bibînin.

Serdar deryadar  Elî Fedewî li gotûbêja bi başaghê xebernigarên ciwan her wiha  bal kişand ser vê yekê ku Inqilaba Îslamî  cuxrafiya tine û destnîşan kir ku Sipahê Pasdaran ji bo nobedariya  Inqilaba  Îslamî cuxrafiyayê nas nake.

Fermandê hêza deryayî ya Sipahê pasdarên  Inqilaba Îslamî bal kişand ser bêminetiya tam a  Îranê li çêkirina cureyên gemiyan û kelûmeklê wê û got: Komara Îslamî ya Îranê li warê çêkirina gemiyên  tundrew di pila ewil de sekiniye.

Serdar deryadar Elî Fedewî salroja jidaîkbûna  Îmam Huseyn(s)  îmamê sisyan ê şîeyên  cîhanê  û roja  pasdar pîroz kir û got: Îrana Îslamî li hemî deran nobedariya Inqilaba  Îslamî dikin.

Îro îniyê 20 Nîsana 2018` an , 3 Şebana 1439 Koça hîvî jidayîkbûna  îmam Huseyn(s) îmamê sisyan  ê  şîeyên cîhanê û roja pasdaran  e.

Feramndê hêza deryayî ya sipahê pasdarên Inqilaba Îsalmî destnîşan kir ku hêzên  Sipahê Pasdaran dikare  ewlehiyê rehet li her edrê cîhanê pêk bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu