LubnanNûçeRojhilatanavin

Seyîd Hesen Nesrullah: Şerê 33 rojî bi hedefa desthilata Amerîka ser navçê hatibû organîzekirin

Sekretirê giştî yê Hizbullaha Lubnanê sêşemê şev û li rêûresma salvegera 15 a serketina bereya berxwedanê li hemberî Rejîma Siyonîstî got: Şerê 33 rojî bi hedefa desthilata Amerîka ser navçê hatibû organîzekirin.

Li gor rapora IRIB Newsê, Seyîd Hesen nesrullah Sekretirê giştî yê Hizbullaha Lubnanê sêşemê şev û li rêûresma salvegera 15 a serketina bereya berxwedanê bal kişande ser pîlana Amerîka û Rejîma Siyonîstî li sala2006 bona desthilata ser navçê û destnîşan kir ku Amerîka û Rejîma Siyonîstî bi dû jinavbirina bereya berxwedanê bûn lê pîlana wan pûç bû.

Seyîd HesenNesrullah destnîşan kir: Eger dihat û Lubnan li sala 2006 li hemberî siyonîstan sernediket,pilana siyonîstî amerîkî dewama şêr ber bi Sûriyê , ber bi Filistînê û paşê jî dorpêça Îranê bû.

Sekretirê giştî yê Hizbullaha Lubnanê bal kişande ser morala bi hêz û qudrete bereya berxwedanê û destnîşan kir: Rojaîrobereya berxwedanê ji ber karayî, tecrube, bawermendî, îrade û mêrxasiyaxwe ji artêşa Rejîma Siyonîstî bi hêz û qudrettir e.

Nesrullah bal kişande ser xebata Amerîka û Rejîma Alê Seûd bona îcrakirina “dan û istandina qurnê“ û ragihand: bêşik evpilana mehkûm bi işkestê ye.

Wî got: Berxwedana bereya berxwedanê û serketina Îran, Sûriye, Iraq û bereya berxwedana Lubnanê pîşiya vê dan û istandina qurnê girt.

Sekretirê giştî yê Hizbullaha Lubnanê herwisa bal kişande ser destdirêjiya Erebistanê ser axa Yemenê û got: Bêşik yemenî dê işkestê bidine rejîma Alê Seûd.

Seyîd Hesen nesrullah destnîşan kir: Ew mêhwera ku rebistan li navçê rêberiya wê dike wisa ku li Sûriye û Iraqê rastî işkestê hat û pîlana wan a komkirina welatan ji bo dorpêça Îranê jî rastî işkestê hat,dê li Yemenê jî rojreşbin.

Nesrullah herwisa bal kişande ser boykotên neqanûnî yên Amerîka dijî Îranê û got: Waşîngton bi boykota Îranê bi dû sernixûnkirina nizama Komara îslamî ya îranê û lawazkirina bereya berxwedanê yelê qet nagehêjehedef û armancên xwe.

Wî bal kişande ser viya ku dijminan hîn Îran û gelê Îranê nas nekirine destnîşan kir; Îran roja îro ji her wextekê bi hêz û qudret tire.

Başa dön tuşu