ÎranNûçeRojhilatanavin

Deryadar fedewî: Lêkolînên mûşekî yên Sipahê pasdaran bi awayekî herî baş didomin

Alîkarê hewahengkirê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî roja îniyê destnîşan kir ku lêkolîn û ceribandanên mûşekî yên Sipahê Pasdaran bi awayekî herî baş û herî aktîv didomin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, serdar sertîp pasdar, Elî Fedewî bal kişand  ser vê yekê ku lêkolînên  li warê çek û sîlehên  berevaniyê û mûşekî mijareke dayim bo Sipahê Pasdaran e û destnîşan kir Komara Îslamî ya Îranê heya niha  tenê pişkeke biçûk ji destkewt û kiryarên berevaniyê nimandiye.

Alîkarê hewahengkirê Sipahê pasdarên  Inqilaba Îslamî her wiha  bal kişand  ser boykotên yekalî yên Emerîkayê li dijî Îranê û got: Boykot hertim bo Îranê weke derfetekê bûne û niha jî weke derfetekê ne.

Serdar Fedewî her wiha diyar kir ku boykot bûne baîs Îran ser piyên xwe bisekinin.

Başa dön tuşu