ÎranNûçeRojhilatanavin

Deryavan Seyarî: Hêza deryayî ya Îranê hemî liv û tevgerên navçê û derveyî navçê dişopîne

Fermandarê hêza deryayî ya artêşa Îranê got: Hêza deryayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê ligel hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilabê hemî liv û tevgerên welatên navçê û derveyî navçê dişopîne

Li gorî rapora IRIB News`ê, emîr deryavan Hebîbulah Seyarî fermandarê hêza deryayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê îro berî xutbên nimêja înîyê ya Têhranê herwiha got: Hêza deryayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê ligel hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilabê hemî liv û tevgerên li Kendava Farsê, Tengava Hurmizê, deryaya Umanê û bakûra uqyanûsa Hindê dişopîne û bi tu awayî nahêle ku tu qayiq û paporek nêzîkî sînorên Komara Islamî ya Îranê bibe.

Emîr deryavan Seyarî herwiha got: Paporên artêşa Îranê jibo nîşandayîna şîyanên xwe li welatên başûra rojhilata Asîyayê, başûra deryaya Çînê, uqyanûsa Aramê û benderên Çînê û ji alîyê rojavava ve ber bi deryaya Sor Sipî û welatên li perravên deryaya Sipî ber bi başûra uqyanûsa Hindê bicih bûne.

Deryavan Seyarî li dawîyê got: Hêza deryayî ya artêşê li Kendava Edenê û bakûra uqyanûsa Hindê bicih bûye û bi dabînkirina ewlehîyê jibo gemîyên ticarî û niftkêş nahêle ku zîyana herî piçûk li ewlehîya aborîya Îranê bikeve. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu