ÎranNûçeRojhilatanavin

Deryavan Seyarî: Liv û tevgerên bîyanîyan li deryayan tên kontrolkirin

Fermandarê hêza deryayî ya artêşa komara Islamî ya Îranê got: Her cure liv u tevgerên bîyanîyan li derya û perravan ji alîyê hêza deryayî ya artêşa Îranê va tên şopandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, emîr deryavan, Hebîbulah Seyarî fermandarê hêza deryayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê îro li merasima pêşwazîya ji beça 40 a kompaporên Îranê û şandina beşa 42 ya kompaporên hêza deryayî ya artêşa Îranê bo cihanîna meimûrîyetê li deryayên navnetewî û azad her wiha got: Ev hêza amade ye li her derekê li hemberî her cure gefekê li deryayên navçê bisekine.

Fermandarê hêza deryayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku vê hêzên serdestîya lêzanîn û opêrasyonê heye, ragihand: Heta niha 41 kompapor jibo cihanîna meimûrîyetê bo deryayên azad û navnetewî hatine şandinê ku wan erka xwe bi awayekî serketî cih anîne.

Deryadar Seyarî her wiha got: Amadebûna li avên azad ên cehanê ku hêzên gellek welatan li wan amade ne, zef girîng e û Komara Islamî ya Îranê jî mewqîyeke bilind û guncav di vî warî da heye.

Fermandarê hêza deryayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê, şandina peyama aştî û dostîyê bo welatên navçê, têkoşîna li hemberî tirsandina ji Îranê, nîşandayîna mewqîya Îranê bo welatên din, dabînkirina ewlehîyê jibo rîyên hatin û çûyîna gemîyên Îranê, serdestîya li warê lêzanînê û şopandina hemî liv û tevgerên welatên navçê û yên derveyî navçê li bakûra oqyanûsa Hindê ji wan armancên van meimûrîyetên hêza deryayî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu