NûçeRojhilatanavinSûriye

Deshilata artêşa Sûriyê ser Eyn El-Fîceyê li Rîfa Şamê

Artêşa Sûriyê kontrola Gundê stratejîk ya Eyn El-Fîceyê li devera Wadî Berdî li Rîfa Şamê xiste destê xwe û bi vê serkevtinê ve wer xuya dike krîza avê li Şamê bi van zûtiyan safî bibe.

Ajansa Ray El-Yewmê ragihand ku artêşa Sûriyê yekşemê şevê karî ku ji çend aliyan ve bikeve nav Gundê stratejîk ya Eyn El-Fîceyê li devera Wadî Berdî li Rîfa Şamê û bi vê serkevtinê ve hêvî tê kirin ku krîza avê li Şamê bi van zûtiyan safî bibe.

Girîngiya Wadî Berdî li derdora Şamê paytexta Sûriyê ji ber vê yekê ye ku pompaja sereke ya ava Şamê li vî bajarokî de ye ku grûpên çekda û terorîst li rojên vê dawiyê gazoyîl û madên din rijandibûn nav wê û eva bibû sedema qutbûna ava paytexta Sûriyê.

Li gor raporên belavbûyî piştî vê yekê şer û pevçûnên giran di navbera artêş û dijberên çakdar li nav gundê Eyn El-Fîceyê berdewam dike û artêş dixebite van deveran ku ji babeta dabînkirina ava paytextê pir girîng  bêxe bin kontrola xwe û paşê bombe û maynên li wir danîne ji kar bêxin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu