ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Esed, ji ber koça dawiyê ya ayetullah Haşimî Refsencanî sersaxî da

Serokê Komara Sûriyê, bi şandina peyamên cida, ji ber koça dawiyê ya ayetullah Haşimî Refsencanî, serokê Civaka Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Îslamî ya Îranê, sersaxî dan hezretê ayetulah Xamineyî, rêberê giranqesr ê Înqilaba Îslamî û Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê.

Li gorî rapora Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê (SANA): Di pişkek ji peyama sersaxiyê ya Bişar Esed, serokkomarê Sûriyê bo rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, hatiye: Ayetullah Haşimî Refsencanî, bi salan bi destê endamên saziya Ewlehiyê ya şahê Îranê ve hate girtin û îşkence bû û bi hevalên xwe re jibo serketina Înqilaba Îslamiya Îranê û berevaniya ji ramanên ku xêr û berjewendiyên Îranê di wan de didît, hewl da.

Di eynî demê de, li peyama sersaxiyê ya serokomarê Sûriyê bo Hesen Ruhanî, jî hatiye: Ayetullah Haşimî Refsencanî, wek kesekî tê nasîn ku jibo serbilindî û azadiya gelê Îranê pirr hewl da û hertim li ser dostanî û yekbûnê pêgîrî dikir û piştrast kir ku li hember welat û gellê xwe ramên xwe yên azad û vîna wekî hasinan heye.

ayetullah Ekber Haşimî Refsencanî, serokê  Civaka Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê, yekşemiyê bi şev ji ber nexweşiya dil, li nexweşxaneya Şohedayê Tecrîşê ya Têhranê emrê Xwedê kir.

Îro wê rêûrisma sersaxî û binaxkirina ayetullah Haşimî Refsencanî bi amadebûna rêberê giranqedr ê Înqilabê û gelê misilman ê Îranê li bargeha pîroz a Îmam Xûmeynî (re) were li darxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu