CîhanÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Xwendekarê masterê yê çiqa mîkanîkê li Zanîngeha Têhranê karî plana amêreke sade jibo kifşkirin û naskirina nexweşîyên penceşer û xwînê darêje û ewê saz bike

Li gorî nûçen SAHAR TV yê ji zarê rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Seyîd Îman Ishaq Hisêynî lêkolerê îranî, planeke lêkolînê ya mîkrosîstemê jibo hilkolandina deqîq û lezgîn a silolên penceşerê bi rênîşanderîya mamosteyê xwe“ Mêhdî Moqîmîyê Zend“ bi awayê çîpeke elektironîk saz kir.

Vî lêkolerê îranî got ku ev çîpa dîcîtal herwiha dikare nexweşîyên xwînê zû nas bike û her kes dikare wê bikar bîne.

Seyîd Îman Ishaq Hisêynî lêkolerê îranî têkildarî proja xwe herwiha got: ev amêra dîcîtal dikare asta bandordanîna dermîn kifş bike û da zanîn ku wekî mînak kesên ku bi dermanên kîmyewî tên dermankirinê piştî çend dewreyan bi saya vê amêrê dikarin asta bandordanîna dermanan li bedena xwe bibînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu