ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Hizbullahên Yemenê bi sê mûşekên Zelzal-1 ê li pêgehên leşkerên Siûdî Erebistanê xistin

Hêzên Artêş û yên Komîteyên Gelanî yên Yemenê şeva çûyî hevdem sê mûşekên Zelzal-1 yên çêkiriyên vî welatî li pêgehên leşkerên Siûdî li Cîzanê ya başûra Erebistanê xistin.

Ajansa Fars Newsê bi ragihandina vê nûçeyê diyar kiriye ku hîn hûrgiliyên vê êrişê û hejmara kuştî û birîndaran nediyar e.

Hêzên Artêş û yên Komîteyên Gelanî yên Yemenê sibeya roja şemê jî li bersiva cinayetên Hevalbendiya Siûdî û êrişên balafirên vê Hevalbendiya desdirêjkar ser xelkê Yemenê pêgehên leşkerên Siûdî li Cîzanê ya başûra Erebistanê dan ber mûşekan.

Wezareta Parastinê ya Yemenê şeva çûyî diyar kir tevî bersiva Erê ya Yemenê (Senayê) bo muzakireyên Aştiyê, Hevpeymaniya Siûdî hîn jî êriş û desdirêjiyên xwe ser xelkê Yemenê berdewam dikin û wer xuya dike ku wan dil nînin dest ji cinayetên xwe berdin, çawaku roja înê 47 caran balafirên vê hevpeymaniyê deverên curbicur li Yemenê bombebaran kirin.

Ji ber cinayetên eşkera yên Hevpeymaniya Siûdî û birçîbûna xelkê Yemenê Civaka Navneteweyî hefteyên vê dawiyê neçar ma zorê bêxe ser hevpeymaniya hanê ku şêr bide rawestandin.

Başa dön tuşu