FilistînNûçeRojhilatanavin

Despêbûna xwenîşandana dijî siyonîstan a xelkê Zîvala Gezeyê

Xelkê Zîvala Gazayê îro îniyê jî wekî 5 îniyên bihurî xwenîşandana xwe li sînorê vê navçê tev axa Filistîna Dagîrbûyî despê kirin û carek din li ser heqê xwe yê zivirîna ser axa xwe sekinîn.

Medyayên filistînî îro îniyê jî bal kişandine ser xwenîşandana dijî siyonîstan ji aliyê xelkê Zîvala Gazayê û ragihandin ku eskerên siyonîstî ber bi xwenîşanderan gulle û gaza îzotê reşandin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, Muhemed El-Herazîn endamê komîteya bilind a hevahengiya “xwenîşandana Zivirînê“ ji xelkê Zîvala Gazayê xwest ku îro jî wekî 5 îniyên bihurî xelk pişkdariya vê xwenîşandanê bikin.

Wî got: Xwenîşandana vê îniyê ya xelkê Zîvala Gazayê dijî siyonîstan ser navê “îniya Kargeran“ dê birê keve û hegera vê navdanînê jî qedrzaniya ji civata karkerî ya Filistînê bona xebatên wan û berxwedana wan e.

Ajansa nûçan a Filistîn Postê ragihandiye ku cewanên Zîvala Gazayê 300 bafirok amade kirine û qirare wan bafirokan ber bi axa filistîna dagîrbûyî bişînin û hatiye ragihandin ku ev bafirokên hanê agir têdaye û çaxê ku li nav axa filistîna dagîrbûyî dikeve erdê dê pişkek ji erdê ku rejîma Siyonîstî ew dagîr kirine bişewitînin.

Her li vê barê da kanala 2 ya telivîzyona Rejîma Siyonîstî ragihand ku ji ber vî karê cewanên filistînî heta niha gelek ji zeviyên ku vî rejîmî dagîr kirine hatine şewitandin loma vî rejîmî biryar girtiye teybîrên giran li hemberî van bafirokan berçav bigirin.

Li van meşên filistîniyan heta niha 45 filistînî şehîd û nîzikî 6 hezar filistînî jî birîndar bûne.

Filistîniyên Zîvala Xezeyê ji roja 30ê Adara 2018an va hevdem digel Salvegera Roja Erdê xwenîşandanin bi navê Meşa Mezin a Mafê Vegeriyanê li navçeya sînorî ya zîvala Xezeyê li dar xistine.

Filsitîniyan ji sala 1976an û vir va roja 30ê Adarê wek Ropja Erdê Filistînê bi nav kirine û rêzê lê digirin.

Rêjîma Siyonîst di 30ê Adara sala 1976an da bi hezaran hiktar ji erd û zemînên filsitîniyan dagir kir û vê kiryarê welatiyên filsitînî li seranserî axa Filsitînê hêrs kir.

Başa dön tuşu