AsyaCîhanNûçeRojhilatanavin

Destnîşankirina karzanên serbixwe bona lêkolîna ser cinayetên dijî Misilmanan li Ruhîngiyayê

Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) bona lêkolîna ser cinayetên dijî misilmanên Miyanmarê, karzanên bêla destnîşan kirin.

Li gorî rapora telivîzyona Al-Alam`ê: Rêxistina Netewên Yekgirtî duh sêşemê sê karzanên bêla bona lêkolîna ser cinayetên ku hêzên ewlehiya Miyanmarê dijî kêmaniyên misilman li Ruhîngiyayê li eyaleta Raxînê kifş kirine.

Li gorî vê raporê, serokê vê taxima derxistina rastiyan, Endîra Cayîs e ku dozgerekî dadgehên Hindûstanê ye.

Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) herwisa ji dewleta Miyanmarê xwest ku bêyî tu şert û mercekê alîkariya vê taxima şopandina rastiyan bike.

Serkutkirina misilmanên Rohîngiyayê ji aliyê artêşa Miyanmarê va di roja 9`ê Cotmeha sala 2016`an da derbeke mezin li hitbara dewleta vî welatî xist.

Hêzên ewlehiyê yên Miyanmar dest bi kuştina berfire û destdirêjiyên komkî ser rohîngiyayiyan kirin ku li gorî gotina nivîsgeha komîsiyonerê bilind ê mafên  mirovan ê NY, cinayeta li dijî mirovahiyê û paqijkirina qewmî tê hesêb. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu