CîhanEwropaNûçe

Destpêbûna amadekariyên girêdana navenda navokî ya Piyong Riyê li Koreya bakurî

Koreya bakurî raghand ku kiryarên teknîkî ji bo têkbirina navenda navokî ya Piyong Rî destpê kiriye û merasima girêdana navendê bi fermî li dar dixe.

Li gorî roja şemiyê IRNA`yê, Wezareta Karên derve ya Koreya  bakurî bi weşandina daxûyaniyekê raghand kiryarên  teknîkî ji bo têkbirina  navenda navokî ya Piyong Rî li bakurê vî welatî bi armanca xatircembûna derheq têkbirina vê navenda navokî cih hatiye. Koreya bakurî li vê daxûyaniyê raghand ku navenda ceribandina navokî ya xwe li merasimekê navbera 23 heya 25 Gulanê tehtîl bike.

Tehtîlkirina navenda navokî yên Koreya bakurî yekim encama civîna rayedarên  du Koreyan li gundê sînorî ya Panmoncomê bû ku her du alî li bara  valabûna navça nîvgirava Koreyê ji çekên  navokî, guhertina  terikandina şêr bo peymana aşitiyê û kutakirina  her cure kiryara bi dijminatî li dijî hev li hev kirin.

Başa dön tuşu