CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Alîkarê parlemana Ewrûpayê helwestên Telavîvê yên dijî rêketina navokî red kirin

Alîkarê parlemana Ewrûpayê bi redkirina helwestên Rejîma Îsraîlê li dij Lihevkirina Navokî, her cure kiryara dijî hevhatina navokî şaş dan zanîn.

 Elêksander Graf Lasmsdorf, alîkarê parlemana Ewrûpayê û ji nûnerên pilebilind ên partiya Lîberal a Demokart a Almanyayê li hevpeyvîna bi radyo Almanê re pirsgirêkên bingehîn ên Berkîn û Telavîvê li mijara hevhatina navokî xistin rojevê û destnîşan kir rexnekirina rêketina navokî û redkirina wê ku Îsraîl li dû wê ye, qet durust nîne.

Alîkarê parlemana Ewrûpayê ev nihêrîna durust da zanîn ku bila Ewrûpa her karekî bike ku hevhatina navokî were parastin û çavdêrên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê rehet bikarbin seredana Teşkîlata navokî ya Îranê bikin.

Ev helwesta rayedarê parlemanî yê Ewrûpayê dijî helwestên  Telavîvê li dij rêketina navokî piştî wê cih tê ku  Binyamîn Netanyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst, 27`ê Îlonê li axiftina xwe li Civata giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bi nîşandayîna wêneyekê îdia kir ku li Têhranê, depoya veşartina   çek û sîlehan û madên navokî heye ku dewleta Îranê ew ji ajansê re neraghandiye.

Piştî wê Yokiya Amano, rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê li daxûyaniyeke fermî îdiaya dijî îranî ya Nêtanyahû red kir û raghand ku ev rêxistina rastiyan diceriîbe û ser cihanîna berpirsiyariyên navokî yên Îranê çavdêriyê dike û dikare seredana hemî navendên pêdivî li Îranê bike.

Başa dön tuşu