ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna civîna cîhanî ya Hogirên Ehli Beytê (S) li Têhranê

Civîna cîhanî ya Hogirên Ehli Beytê (S) û hilkolandina meseleya tekfîrîyan bi amadebûna 500 zanyar û alimên cîhana islamê li Têhranê destpê bû.

Li gorî rapora nûçegihanê SAHAR TV, li vê civîna durojî 500 alim û giregirên şîe û sune ji 94 welatên cîhanê û nêzî 250 alimên şîe û sune ji Îranê, çawanîya pêkanîna tifaq û hevgirtina zêdetir di nava ometa islamê de ji bo sekinîna li hemberî komployên dijî islamê hildikolînin.

Meseleyên girîng ên cîhana islamê û meseleya tekfîrîyan ji mijarên sereke yên civîna cîhanî ya Hogirên Ehli Beytê (S) li Têhranê ne.

Elî Ekber Wilayetî sêkrêtê gişt Civata Cîhanî ya Hişyarîya Islamî li bara vê civînê got: Roja îro amerîkî, sîyonîst û kesên wan li navçê têkildarî birêxistina bêtifaqîyê li cîhana islamê hevdeng in û hemî mesele û pirsgirêkên navçê ji vê yekê çavkanîyê digirin.

Wilayetî herwiha got: Sekinîna li hemberî tekfîrîyan yek ji mijarên civîna cîhanî ya Hogirên Ehli Beytê (S) ye û li vê civînê komîteyên curbicur yê bên pêkanîn û alûgurên navçê werin hilkolandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu