AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna gotûbêjên Îran û YE, çarşemiyê li Brukselê

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê, ji destpêbûna dewra duyemîn a gotûbêjên siyasî yên di navbera Îranê û Yekîtiya Ewrûpayê de (YE) li Brukselê ji roja çarşemiyê 9`ê meha Mijdarê ya îsal agahî da.

Mecîd Textrewançî, alîkarê Ewrûpa û Amerîkayê yê wezîrê karên derve yê Îranê, roja duşemiyê li gotûbêja bi IRIB News`ê re got, di vê dewra gotûbêjan de li ser mijarên ku komara Îslamî ya Îranê û YE, hez dike li ser wan kar werin kirin ên wekî hevkariya di warê enerjî, tranzît, perwerdehî, hevkariyên zanîngehî û meselên dualî gotûbêj werin kirin.

Mecîd Textrewanşî, destnîşan kir, îran û YE herwiha wê li ser meselên navçeyî û bi taybet di warê bûyerên li Iraq, Sûriye û Efxanistanê û herwiha li ser tundrêtî û terorîsmê de gotûbêjê bikin.

Textrewançî, bal kişand ser lidarxistina dewra yekemîn a gotûbêjên di navbera Îranê û Yekîtiya Ewrûpayê li Têhranê de û got, di vê dewra gotûbêjan de dû mijar bi ser destûra xebatê ya gotûbêjan, yanê gotûbêjên di warê mafên mirovan û gotûbêjên din ên li ser hevkariyên bankî yên di navbera Îranê û YE de hatin zêdekirin.

Li gorî vê raporê, serokatiya taxima gotûbêjker a Komara Îslamiya Îranê, Mecîd Textrewançî, alîkarê beşa Ewrûpa û Amerîkayê yê wezîrê karên derve yê Îranê daye ustiyê xwe û Hêlma Şmît, alîkara berpirsa siyaseta derve ya vê yekîtiyê jî seroka taxima Yekîtiya Ewrûpayê e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu