Îmam XumeynîÎranMirovê HejaNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna merasima 27`emîn salvegera koça dawîn a Îmam Xumeynî (RE)

Merasima 27`emîn salvegera koça dawîn a Îmam Xumêynî (RE), xêmdarê Komara Îslamî ya Îranê bi amadebûna gel, evîndar û hezkiriyên wî hezretî destpê bû.

Li gorî rapora nûçegihanê SAHAR TV, di destpêka merasima 27`emîn salvegera koça dawîn a Îmam Xumêynî (RE) da piştî xwendina Quranê, hucet-ul-îslam Seyd Hesen Xumeynî neviyê Îmam Xumeynî li axavtinekê, Înqilaba Îslamî Înqilabeke ilahî bi nav kir û got: Îmam Xumêynî (RE) bi rêvebirin û meşandina vê inqilaba mezin, rûmet, dost, dilovanî û tifaq wek xelat jibo gelê Îranê anîn.

Hucet-ul-îslam Seyd Hesen Xumeynî neviyê Îmam Xumêynî (RE) her wiha got: Inqilaba Islamî karî ku rastiya resen a ilahî û nêrîneke mezin li bara pêşeroja cîhanê nîşan bide. Wî her wiha got: Rêvebirina vê inqilabê ilahî ye, berî vê inqilabê biryarên girîng û qedera Îranê derveyî welêt dihatin dayîn lê roja îro rûmet û serxwebûna welêt bo her kesî eyan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu