EwropaIraqNûçeRojhilatanavin

Şêx Humam Hemûdî: Daxwaza serokkomarê Fransayê mudaxileya eşkere li karûbarên navxweyî yên vî welatî ye

Serokê Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê got ku ger hêzên Heşda Şebî nebana, îro rojê terorîstên DAIŞ`ê Parîs nearam kiribûn.

 Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRNA`yê, şêx Humam Hemûdî, serokê civata bilind a Îslamî ya Iraqê ev gotin li berteka  li hember gotinên Êmanol Mekron, serokkomarê Fransayê li bara pêwîstiya  têkbirina  hêzên Heşda Şebî xistin rojevê.

Wî her wiha got: “Daxwaza serokkomarê Fransayê jibo têkbiria  teşkîlata  fermî û qanûnî li Iraqê, mudaxileya eşkere li karûbarên  navxweyî yên vî welatî ye“.

Hemûdî teqez kir: “Serokkomarê Fransayê baştir bû rêz ji fîdakariyên  lehengên Heşda şebî bigirta û xelkê Iraqê dewsa vê mudaxilê, li benda  pesindayîna  civaka navneteweyî ji hêzên Heşda Şebî bûn ku bi nuneratiya ji civaka cîhanî li hember DAIŞ`ê sekinîn“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu