FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna meş û rêpîvana roja cîhanî ya Qudsê li serasnerê Îranê

Meş û rêpîvana roja cîhanî ya Qudsê li seranserê Îrana Îslamî destpê bû.

Îro xelkê seranserê Îranê hatien kolan û çarsiayn ku bi peyrewiya ji armancên Îmam Xumeynî (RE) û rênimûniyên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî qêrîna `Mirin jibo Îsraîlê` bikin û mezlûmiyeta gelê aware yê Filistînê bighînin guhê cîhanê.

Îsal slogana roja cîhanî ya Qudsê `Yekitiya Umeta Îslamî` piştgiriya ji întifaza Filistînê û wêzariya ji Rejîma Siyonîstî û terorîzma tekfîrî hatiye berçavgirtin.

Gelê Îranê her wiha li vê hemaseya mezin, piştgiriya xwe ya giştalî ji xelkê mezlûm, bêberevan ê Filistînê, Yemenê, Sûriyê, Behren û Iraqê radigihînin.

Meş û rêpîvana roja Qudsê ji salekî piştî Inqilaba Îslamî ya Îranê û piştî ragihandina hezretê Îmam (RE) li îna dawiyê ya meha Remezanê û piştgiriya ji gelê Filistînê tê li dar xistin.

Meş û rêpîvana roja cîhanî ya Qudsê li Îranê ber bi cihgehên nimêja Îniyê ye.

Hevgavê Îrana Îslamî, rê û resma roja cîhanî ya Qudsê îro li piraniya welatên cîhanê tê li darxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu