Destpêbûna meşqa Îla Beyt Muqedesê bi beşdariya 98 gurdanên li başûrê rojhilata Îranê
Meşqa mezin a berevaniyê, ewlehiyê û çandî ya Îla Beyt Muqedesê bi beşdariya 98 gurdanên şîeyan û suneyan bi duruşma, Yekitî, besîret û îqtidara besîcê û hogirên inqilabê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, başûrê rojhilata Îranê destpê bû.
Serdar sertîp Muhemed Maranî fermandê qirargeha Qudsê ya hêza bejahiyê ya sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî li başûrê rojhilata Îranê roja sêşemiyê li mersima destpêbûna meşqa Îla Beyt Muqedes li Sîstan û Belûçistanê got : Besîc zirûfeke mezin e jibo beravniyê ji nizama Komara Îslamî ya Îranê..
Serdar sertîp Huseyn Merûfî fermandê sipahê Selman li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê jî got : Meşqa Êla Beyt Muqedesê ji roja sêşmeiyê heya 24 ê Sibatê li 19 bajarên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li warê berevanî, ewlehî, alîkarî û rizgarkirinê û rawestana li ber bûyerên pêşbînînekirî tê li dar xistin.
Serdar Merûfî got : Li meşqa Îla Beyt Muqedesê li parêzgeha Sîstan û Belûçistan, hêzên besîcî bi yekitiya li kêleka hev amadetiya xwe jibo berevaniya ji kiyana Îrana Îslamî dinimînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)