ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna muzakirên wezîrên karên derve yên Îran, Rûsiye û Tirkiyê li Moskowayê

Muzakirên sêalî yên wezîrên karên derve yên Îran, Rûsiye û Tirkiyê bi mêhwera hevdengiya navçeyî û alûgurên Sûriyê bitaybet gihandina alîkariyê bo xelkê vî welatî îro li Moskowayê destpê bû.

  Li gorî rapora IRNA`yê, armanca  vê muzakirê ku piştî hevdîatina taximên îranî û rûsî li Moskowayê destpê bûye hewldana  jibo çareserkirina  qeyrana siyasî ya Sûriyê û mayîndebûna agirbesa giştalî li vî welatî ye .

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê beriya  destpêbûna  muzakirên bi Sergeyî lavrof û Mewlûd Çawûşoglu hevtayên rûsî û tirk yên xwe re got : Li civînên plankirî, mêhwerên  curbicur  ji wan navçeyî, alûgorên  Sûriyê, çareserkirina  qeyrana  siyasî ya vî welatî, pêwîstiya  hevkariya  kêrhatîtir li bara mesela terorîzmê û her wiha  xurtkirina hevkariyên  dualî li warên curbicur  tên hilêxistin û hilkolandin.

Ji aliyê din ve  li gorî bernama  rêkûpêkbûyî, serdar sertîp pasdar Huseyn Dihqan wezîrê berevaniyê yê Îranê ku li Moskowayê de ye  jî li bara  mêhwerên  berevaniya  ewlehiyê û hevkariyên  navçeyî dê hin muzakiran bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu