Destpêbûna operasyona azadkirina Bûkemalê ji aliyê Hêzên Berteka Lezgîn ên artêşa Sûriyê
Hêzên Berteka Lezgîn ên artêşa Sûriyê ji mêhwerekê li bajarê Meyadînê operasyona azadkirian bajarê Bûkemalê destpê kirin û pêşdeçûna xwe domandin.
Li gorî rapora Fars Newsê çavkaniyeke sûrî raghand: Hêzên berxwedanê roja sêşemê ji mêhwera Mehkanê li Meyadînê li rojhilata Sûriyê derbasî bajaroka El-Qûriye bûn û bi endamên terorîstî yên DAIŞê re ketin pevçûnê.
Li gorî gotina vê çavkaniyê, hevgavê operasyona bejahiyê ya artêşa Sûriyê, balefirên cengê yên rûsî û sûrî meqerên bicibûna endamên DAIŞê li vê navçê dan ber êrişê.
Ji mêhwera Meyadînî hêzên sûrî ji bajarê Bûkemalê ku dawîna nevnda giring a DAIŞê li Dêrazorê tê hesab,70 km a dûr in.
Hêzlên sûrî roja duşemiyê jî kontrola hin navçan li derdora bajaroka Mehkanê girtin destê xwe û îro operasyona xwe hîn berfirehtir kirin.
Di eynî demê de, artêşa Sûriyê û hêzên hevpeymanê xwe li mêhwera anvenda niftê ya nasiyar bi T-2 nêzîkî sînorên Sûriyê û Iraqê, 30 km ji başûrê Bûkemalê ji vî bajarî dûr in.
Hêzên berteka legîzn ên artêşa Sûriyê vê dawiyê bajarên Meyadîn û Dêrazorê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞ azad kirin û operasyona xwe li kêleka rojava ya çemê Firatê didomînin.