ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Wezîrê karên derve yê Îranê diçe Sengapûrê

Berdevkê Wzareta karên derve ya Îranê got: Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve bona îzmekirina peymana hevaltiyê ya Komara Îslamî ya Îranê û Yekitiya Welatên Başûrê Rojhilata Asiyayaê (ASEAN) li rojên tê sefera Sengapûrê dike.

 Behram Qasimî destnîşan kir: Lihevkirina welatên  başûrê rojhilata Asiyayê li warê qebûlkirina  Îranê wek endamê peymana  hevaltiyê (TAC) tev Yekitiya Welatên Başûrê Rojhilata Asiyayê (ASEAN), nîşana  giringiya  peywendî û hevkariya tev Îranê wek qaweteke  giring û bibandor  li hevsengiyên navçeyî û navneteweyî, ji aliyê hemî endamên vê yekitiyê va ye.

Wezîrên karên derve  yên Yekitiya Welatên Başûrê Rojhilata Asiyayê(ASEAN) ji sibê Duşemiyê va bo şeş rojan li Sengapûrê dicivin ku li bara  mijarên navçê û dervey navçê têkildarî vê yekitiyê û peymana  TAK gotûbêjê dikin.

Yekitiya Welatên Başûrê Rojhilata Asiyayê (ASEAN), Malizya, Endûnizya, Taylend, Viyetnam, Kamboc, Fîlîpînê, Sengapûr, miyanmarê, Laosê û Broniyê, yanê deh welatên  başûrê rojhilata  Asiyayê digre ber xwe.

Civata kivşkirina  berjewendiyên nizama Îranê, pêncê Tîrmeha 2018` an  pêşnumaya  endametiya Îranê nava peymana  hevaltî û havakriyê li başûrê rojhilata  Asiyayê nasiyar bi TAC, pêşnumaya  meclisa şêwra Îslamî ya Îranê piştrsat kir.

Peymana  hevaltî û havakriyê li başûrê rojhilata  Asiyayê nasiyar  bi TAC, Sibata 1967`an  ji aliyê welatên Endûnizya, Malizya, Taylend, Fîlîpîn û Sengapûrê va hat wajokirin û niha 30 welat tevlî wê bûne.

Başa dön tuşu