IraqNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna opêrasyona azadkirina devera Cubeyêlê û bendava Felûcê

Çavkaniyeke haydar li artêşa Iraqê ragihand ku opêrasyona hevpar a hêzên polîs û hêzên têkoşîna dijî têrorîsmê jibo azadkirina devera Ceubeyêlê û bendava Felûcê destpê bûye.

Evdilwehab Saidî fermandarê opêrasyona azadkirina Felûcê jî îro ragihand ku hêzên dayra têkoşîna dijî têrorîsmê êrişa têrorîstên DAIŞ’ê ku bi 4 maşînên bombekirî pêk dihat, di navbera taxên Şoheda û Nezal li navenda Felûcê pûç kirin.

Di encama vê opêrasyonê da, 43 têrorîstên DAIŞ’ê hatin kuştinê û çend sîlehên wan ên dijî tankan jî hatin têkbirinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu