ÎranNûçeRojhilatanavin

Peymana 3 milyard dolarî ya Îran û Tirkiyê li warê ceryanê

Alîkarê wezîrê av û ceryanê yê Komara Islamiya Îranê ragihand ku Têhran û Enqerê peymaneke avakirina çend hêzgehên kehrebayê wajo kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mîzan`ê, Hûşeng Felahetiyan bi ragihandina viya ku wezareta av û kehrebayê yê di rojên pêş da peymana sermayedanîna bo avakirina hêzgehên kehrebayê ligel kompaniyên Tirkiyê wajo bike, got: Bihaya vê peymanê, 3 milyard dolar e.

Felahetiyan şîrketên Tirkiyê jibo sermayedanîna li hêzgehên kehrebayê yên Îranê ku bi gaz û bayê kar dikin, vexwendin û got: Îranê hin peymanên din jî bi şîrketên Tirkiyê ra hene lê, karên wajokirina wan hê kuta nebûne.

Alîkarê wezîrê av û kehrebayê yê Îranê bal kişande ser firotina di rojê da ya 350 mêgawat kehrebaya Îranê bo Tirkiyê û hêvî kir ku îsal firotina ceryanê bo Tirkiyê bigihêje 1200 mêgawatî.

Wî li bersiva pirsekê têkildarî ihtimala kêmkirina firotina gaza Îranê bo Tirkiyê jî got: Peymanên di navbera her du welatan da dewsa xwe da ne û cih tên (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu