ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna rêûrisma pêşwaziya fermî ji serokkomarê Fenlandê li Têhranê

Rêûrisma pêşwaziya fermî ji serokkomarê Fenlandê îro sibê bi amadebûna Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê li Têhranê destpê bi rê ket.

Li gor rapora IRIB News`ê, Piştî pêşwaziya fermî ya Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê ji Sauli Nînîste serokomarê Fenlandê, qirar e ku her du alî civîneke taybet bi hevra pêk bînin û paşê jî taximên siyasî û abûrî yên du welatan bi hevra gotûbêjê bikin.

Wezîrê peywendî û telekoma Îranê duh li civîna hevpar tev wezîrê geşepêdana tecareta derveyî ya Fenlandê û birek ji nûnerên pişka xusûsî ya tecareta Îran û Fenlandê 4 senedên hevkariyê amade kirin.

Fenlandî gelekê hejî berfirehkirina peywendiyên xwe tev Îranê li babetên telekom, tranzît, xizmetguzariyên teknîk û muhendisîyê û hevkariyên warên perwerde û zanîngehan dikin û Komara islamî ya Îranê jî amadebûna xwe bona berfirehkirina van cure hevkariyan nîşan da.

Niha danûistandinên tecarî di navbera Îran û Fenlandê da nîzikî 43 milyon dolar e ku karbidestên du welatan hewl didin ku vê danûistandina tecarî zêdetir bikin.

Hedefa sefera Sauli Nînîste serokomarê Fenlandê bo Têhranê gotûbêja tev karbidestên Îranê bona berfirehkirina hevkariyên navbera du welatan û zêdekirina danûistandinên tecarî di navbera her du welatan e.

Sefera Sauli Nînîste serokomarê Fenlandê bo Têhranê li gorî teylîfa Hesen Ruhanî serokomarê Îranê cih hatiye.

Hejî gotinê ye ku Muhemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li sefera xwe ya pênc mehan berî niha hema bi fermî nameya Hesen Ruhanî ya gazîkirina Sauli Nînîste serokomarê Fenlandê dabû wezîrê karên derve yê vî welatî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu