ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna rêûrisma rakirin û oxirkirina meytê ayetullah Haşimî Refsencanî li zanîngeha Têhranê

Rêûrisma rakirin û oxirkirina meyta ayetullah Haşimî Refsencanî, serokê Civaka Kivşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê, li zanîngeha Têhranê, dest pê bû.

Hezretê ayetullah uzma Xamineyî, rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, li ser meytê ayetullah haşimî Refsencanî, nimêj kir.

Meytê ayetullah Haşimî Refsencanî, wê piştî rakirinê ji zanîngeha Têhranê, li bargeha paqij a Îmam Xumeynî (re) dispêrin axê.

Di vê rêûrismê de serokên sê desgehan, endamên civaka kivşkirina xêr û kara nizamê, nûnerên Meclisa Şarezayên Rêberiyê û Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, qumandeyên leşkerî û ewlekariyê yên payebilind, xetîbên nimêja îniyê li seranserê Îranê, wezîr û alîkarên serokomar, parêzgar û berpirsên din ên welêt beşdar in.

Herwiha komek ji sefîrên welatên biyanî li Têhranê û serfîrên Komara îslamiya Îranê li derveyî welêt û hin rayedarên welatên din, di vê rêûrismê de beşdar in.

Xelkê qedirnas ê Îrana Îslamî, bi amadebûna berfireh li zanîngeha Têhranê, jibo xatirxwestina bi ayetullah Haşimî Refsencanî, yarê kevn ê Îmam Xumeynî (re) û rêberê giranqedr û hevsengerê nehzeta Îslamî, beşdarî rêûrismê bûn.

Ayetullah Ekber Haşimî Refsencanî, yekşemiyê bi şev ji bernexweşiya dil, li nexweşxaneyekî lêi Têhranê emrê Xwedê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu