ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna sûdwergirtina ji proja herî mezin a netewî li rojhilata welêt bi amadebûna serokomarê Îranê

Sûdwergirtina ji nexweşxana 610 textî ya Îmam Riza (S), projeya herî mezin a netewî ya nexweşxanan li rojhilata welêt û navenda dermankirinê ya herî teyar a Meşhedê îro bi amadebûna serokê Komara Islamî ya Îranê destpê bû.

Ev nexweşxana bi beratî û panatîya 52 hezar mêtrên çarkuncî ji 9 qatan pêk tê û projeya herî mezin a warê nexweşxanan e ku bi dû inqilabê hatîye avakirinê.

Nexweşxana 610 textî ya Îmam Riza (S), projeya herî mezin a netewî ya nexweşxanan li rojhilata welêt û navenda dermankirinê ya herî teyar a Meşhedê ji beşên curbicur ên wek orjans, navxweyî, niştegerîya giştî, lêşarbûnên taybet, ICU, CCU, şewat û zarokan, ortopêdî, orolojî, dil û anjîyogirafî, nexweşîyên dil ên zarokan, niştegerîya vekirî ya dil, post, jinan, guh, çav, CTscan, MIR, mamogirafî, radyolojî û pizişkîya navokî pêk tê.

Ji bilî beşên miqatbûnên taybet, 29 ode jibo emelîyat ango niştegerîyê hatine terxankirinê ku dikare roleke girîng li dermankirina nexweşên parêzgeha Xorasana Rezewî û bajarên din ên welêt û welatên derdorê hebe.

Jibo avakirina vê nexweşxanê 225 milyard tûmen hatîye xerckirinê û bi saya wê jibo 3 hezar kesî derfeta karkirinê pêk hatîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu