FilistînNûçeRojhilatanavin

Sê şehîd û 611 birîndar li pêncemîn Îniya xwenîşandana filsitîniyan

Li pêncemîn Îniya xwenîşandana mezin a Mafê Vegeriyanê li sînorên Zîvala Xezeyê ku bi beşdariya bi dehan hezar kes ji filsitîniyan hat lidarxistin, heta niah sê fislitînî şehîd bûne û 611 kes jî birîndar.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filsitînê, li xwenîşandan aroja bihurî ya Mafê Vegerriyanê, dagirkerên siyonîst ber bi beşdarên li vê xwenîşandana aram va gulle reşandin û gaza rondikrêj û bombeyên gazê kewkî kirin ku di encama wê da heta niha sê filsitînî şehîd bûne û 611 kes ji wan 11 nûçegihan û hêêzn gihandina hawarê birîndar bûne.

Xwenîşandana Îniyê xwedan girîngiyeka taybet bû, ji ber ku roja Pêncşemiyê meytê şehîd Fadî Eêl beteş zanayê fislitînî ku ji aliyê saziya Sîxoriya Rêjîma Siyonîst ya nasyar bi Mûsad va li Malizyayê hat têrorkirin, gihîşte Zîvala Xezeyê û li vê zîvalê hat binaxkirin.

Ev di rewşekê da ye ku hejmara şehîdên xwenîşandana mezin a Mafê Vegeriyanê gihîştiye 48 kesî û hejmara birîndaran zêde ji 6411 kesî bûye ku rewşa 140 kesî ji wan xerab e.

Filistîniyên Zîvala Xezeyê ji roja 30ê Adara 2018an va hevdem digel Salvegera Roja Erdê xwenîşandanin bi navê Meşa Mezin a Mafê Vegeriyanê li navçeya sînorî ya zîvala Xezeyê li dar xistine.

Filsitîniyan ji sala 1976an û vir va roja 30ê Adarê wek Ropja Erdê Filistînê bi nav kirine û rêzê lê digirin.

Rêjîma Siyonîst di 30ê Adara sala 1976an da bi hezaran hiktar ji erd û zemînên filsitîniyan dagir kir û vê kiryarê welatiyên filsitînî li seranserî axa Filsitînê hêrs kir.

Başa dön tuşu