NûçeRojhilatanavinYemen

Destpêbûna Vaksînasyona kolêrayê li Yemenê

Rêxistina cîhanî ya tendrustiyê roja duşemiyê li bara destpêbûna vaksînasyona kolêrayê li Yemenê agahî da.

Par zêdetirî 2200 kesli Yemenê li encama  tûşbûna bi nexweşiya kolêrayê canê xwe ji dest dan.

Li gorî rapora El-Alamê, Rêxistina Tendrustiya cîhanî raghand ku qonaxa ewil a plana  vaksînasyona kolêrayê li Yemenê ji roja yekşemiyê li parêzgeha  başûrî ya Edenê destpê bûye.

Li vê qonaxê zêde ji 350 hezar yemenî tên vaksînekirin. Rêxistina Tendrustiya cîhanî dê vê vaksînasyonê bi alîkariya  Sindûqa zarokan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî( UNICEF), banka cîhanî û Rêxistina waksena Gavî cih bîne.

Bi dewama êrişên  Erebistanê ser Yemenê û kavilkirina  teşkîlatên  binavahiyê yên vî welatî bi taybet kanala  gîhanina avê, nexweşiya  kolêrayê bi lezgînî li halê belavbûnê ye.

Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên  din ji Adara 2015` an dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye.Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.

Destdiorêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha  welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya  xwarekê û dewa dermanan aniye.

Başa dön tuşu