Destpêbûna vegeryana xelkê sivîl bo kampa Yermûkê li başûrê Şamê
![](https://bangeislami.net/wp-content/uploads/2018/05/4bk48fc90a53276h47_800C450.jpg)
Bi azadkirina navça kampa Yermûkê li başûrê Şamê, vegeryana xelkê sivîl bo vê navçê ku dema êrişa terorîstan nerçar bibûn ji wir birevin, destpê bûye.
Li gorî rapopra roja çarşemiyê ya Mêhr Newsê û ji zarê Sputnikê, li gorî gotina çavkaniyên xwecî li ber deriyê navça kampa Yermûkê, hêzên ewlehiyê yên sûrî bi cih bûn û nasnamên kesên ku dixwezin herin nava kampê, hildikolin.
Çavkaniyên hanê her wiha raghandin: Vegeryana xelkê sivîl bo vê navçê li halekê cih tê ku dewleta Sûriyê bernama xwe ji bo paqijkirina kampa Yermûkê bi pûçkirina bombeyan ji avahiyên vê navçê destpê bûye.
Fermandehiya giştî ya artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê, 21 Gulanê azadkirina Şamê û damezrandina tam a ewlehiyê li derdora wê ji aliyê hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê raghand.
Di hemen demê de, wezareta berevaniyê ya Rûsiyê şemiyê şevê raghand: Komek ji hêzên nasiyar bi polîsê eskerî yê vî welatî yên bicihbûyî li Sûriyê vegeryan Rûsiyê.
Sibata buhurî jî wezareta derve ya Rûsiyê li bara vegeryana 393 kes ji hêzên polîsên eskerî yên vî welatî yên bicihbûyî li Heleba Sûriyê bi Çêçênê agahî dabû.
Li gor nûçeyeke din piştî hewldana komên çekdar ên ku ji aliyê Emerîkayê ve piştgirî dibin ji bo birina ciwanan bo eskeriyê bi zorê û girtina zalimane yên xelkê bajarê Reqayê li bakurê Sûriyê xelkê vî bajarî sêşemiya şevê xwenîşandeneke berfireh li dar xistin. Hêzên çekdar jî hewl dan ku bi avêtina gulleyên şêr ber bi xwenîaşnderan ew belav bikin.
Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên navçê ser qezanca Rejîma Siyonîstî destpê bû.