AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Dewama berhemanîna `Ava Giran` li Îranê li gorî Lihevkirina Navokî

Serokê komîteya navokî ya Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, ji dewama berhemanîna `Ava Giran` li Îranê ji ber Lihevkirina Navokî, agahî da.

Mucteba Zunûrî, serokê komîteya navokî ya Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, li gotûbêja bi Ajansa nûçeyan a Meclisê ra bal kişand ser firotina 70 ton `Ava Giran` li mideha 7 hehan ji aliyê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê û got: Depokirina `Ava Giran` a li Îranê, êdî Lihevkirina Navokî binpê nake.

Mucteba Zunnûrî, herwiha got: Komara Îslamî ya Îranê li berhemanîna `Ava Giran` ku bi awayên curbicur bi kar tê, kêrhatî  û bişiyan e û piştî Lihevkirina Navokî, ev pêvajoya, ne lawaz bûye û ne jî hatiye sekinandin.

Serokê Komîteya navokî ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, destnîşan kir; berhemanîna `Ava Giran` li Îranê zêde ji hewcetiyên navxweyî ye û Îran dikare zêdeya berhemanîna xwe bişîne bazara cîhanî.

Komara Îslamî ya Îranê, ava giran a herî bikualîte ya cîhanê berhem tîne û difroşe welatên ku baweriya wan bi vê şiyana zanyarên Îranê re tunebû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu