ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Wezareta karên derve ya Îranê teqînên Qamişloyê li Sûriyê şermezar kir

Behram Qasimî teqînên terroîstî roja çarşemiyê li navça  Qamişloyê li bakurê Sûriyê ku li encama wê hejmareke zêde ji welatiyên sûrî hatin kuştin, şermezar kir û bi mabatên  goriyên vê buyerê hewderdî kir.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê diyardeya terorîzmê gefeke hevpar li dijî aşitî û ewlehiya navçê û cîhanê da zanîn û got : Jibo jinavbirina qeyrana terorîzmê li navçê divê kok û bingehên hizrên  tundrewane yên tekfîrî were hişikandin.

Li encama teqîneke giran li bajarê Qamişloyê li bakurê Sûriyê 50 kes hatin kuştin û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûn. Grûpa terorîstî ya DAIŞê berpirsiyariya  vê teqînê girt istûyê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu