CîhanEfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Dewama dewra şeşan a muzakirên Emerîkayê bi Talibanê re

Dewama dewra şeşan a muzakirên Emerîkayê bi Talibanê re cardinê ji roja sêşemiyê va li Qeterê dê destpê bibe.

 Li gorî rapora Tesnîm News`ê, şeşem dewra muzakirên nûnerên Emerîka û Talibanê ku ji roja çarşemiyê va li Dûhaya paytexta Qeterê destpê bibû, ji roja sêşemiyê va  dubare dê destpê bibe.

  Vê dewra muzakiran ji destpêkê ve rastî hin nakokiyan hat ji ber ku  Mela Ebdulxenî Birader ji fermandên pilebilind ên Talibanê ser pêwîstiya kivşkirina cedwela demê ya derketina eskerên  biyanî ji Efxanistanê teqez kiribû.

 Zelmî Xelîlzad nûnerê taybet ê Emerîkayê li karûbarên Efxanistanê jî li vê dewra muzakiran, mesela agirbesê xist rojevê û ji Talibanê xwest ku çekên xwe daynin erdê.

 Ji ber vê meselê Zebîhullah Mucahid, berdevkê Talibanê bi tundî bertek nîşan da û ji vî dîplomatê efxan û emerîkî xwest ku bila  dev ji  xewn û xeyalan berde.

 Talibanê teqez kiribû  heta dema ku cedwela demê ya derketina  eskerên  emerîkî ji Efxanistanê dawî nebe, ev koma  dê li bara mijarên din bi Emerîkayê re  gotûbêjê neke.

Başa dön tuşu