ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Şikesta giran a kirêgirtiyên siûdî li devera Herez a Yemenê

Bi dehan kirêgirtiyên siûdî dema êrişa xwe ya ser nehiyeya Herez a Yemenê rastî berxwedana hêzên gelanî yên vî welatî û artêşa Yemenê hatin ku di encamê de gelek kirêgirtî hatin kuştin.

Kanala Al-Masîre ya Yemenê ragihand ku hêzên artêş û yên gelanî yên vî welatî êrişa kirêgirtiyên siûdiyan li derbasgeha El Tewal, el Remeze û gumrukata Herezê bêencam kirin û gelek ji wan jî kuştin û birîndar kirin.

Li gor vê raporê kirêgirtiyên siûdî eva gelek wext e ku kirêgirtiyên siûdî xwe ji bo operasiyona li nehiya Herezê Amade dikirin û rejîma Siûdî giştî wesayêt, amûr û sîlahên pêşketîji bo vê operasiyonê danîbûn ber destê kirêgirtiyên xwe û dema despêbûna operasiyonê balafirên cengên yên Siûdî jî alîkarî û piştgiriya kirêgirtiyan dikirin û 30 êriş li vê operasiyonê de cih anîn. Herwiha Helîkopterên Apaçî ên siûdî  li ser esmanê navçê digeriyan. Tevî van amadetiyan artêşa Yemenê û hêzên gelanî yê Ensarullahê karîn ku şikesteke giran li kirêgirtiyan dasepînin û bi dehan kes ji wan bikujin û xisrên giran bigihînin wan û gelek wesayêt û sîlahên wan ji nav biben. Herwiha di nav kuştiyan gelek fermandarên kirêgirtiyan jî hene.

Kirêgirtiyên siûdî li Herezê de şikestek xwarin ku medyayên piştgirên wan ji bo ku morala wan lawaz nebe bi caran ragihandin ku wê hêzên nû û perwerdehî bona alîkariya wan bigihêjin Herezê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu