EwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Çekên Fransî li deverên bin destê terorîstan li başûra Sûriyê

Artêşa Sûriyê li deverên azadbûyî ji bin lepên terorîstan li Derayê ya başûrê Sûriyê, çekên fransî dîtin.

Kanala Al-Mayadeen a Libnanê îro ragihand ku Artêşa Sûriyê li deverên azadbûyî ji bin lepên terorîstan li Derayê ya başûrê Sûriyê, di nav veşargehên wan mûşekên li dij tankan yên Kompaniya Leşkerî ya Nexter a Fransayê peyda kirin.

Ev mûşekên li dij tankan li deverên azadbûyî yên Xerez, Gomruka berê û taqbûra El-Hecane ya başûra rojavaya Derayê peyda bûn.

Artêşa Sûriyê li çend rojên vê dawiyê parek mezin li parêzgeha Derayê û riya sînorî ya herî girîng a Nesîbê li ser sînorê Urdinê azad kirin.

Fransayê van salên dawiyê gelek çek û sîlah ji welatên erebî yên wekî Erebistan û Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî re şandine ku wan jî ji van sîlahan dane terorîstan.

Li gor rapora herî dawiyê artêşa Sûriyê bajarê Derayê azad kiriye û biryar e ku komênn çekdar sîlahên xwe yên giran û nîvgiran bidin artêşa vî welatî.

Başa dön tuşu