ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf û Sertac Ezîz ser berfirehkirina peywendiyên Îran û Pakistanê sekinîn

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişande ser peywendiyên başa siyasî di navbera Îran û Pakistanê de û hevkariyên du welatan li babetên wekî elekterîk, eeirjî, karûbarên bankî, hevkariyên tranzît û transportê û sînorî girîng daye zanîn.

Li gor rapora IRIB News`ê, Muhemed Cewad Zerîf Wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina xwe ya êvara duh sêşemê tev Sertac Ezîz mişêwirê serokwezîrê Pakistanê li karûbarên derveyî li Têhranê got: Hîvî tê kirin ku hevkariyên du welatan li babetên wekî elekterîk, enerjî, karûbarên bankî, hevkariyên tranzît û transportê û sînorvaniyê berfirehtir bibe ku eva dê bibe sebeba geşatiya abûrî di navbera du welatan û ser qazanca du welatan û navçê ye.

Zerîf bal kişande ser sefera vê dawiyê ya serokkomarê Îranê bo du welatên derûdora Kendava Farsê û xebata Îranê bona nêzîkkirina nêhrîna welatên navçê û xebata îranê bona çareserkirina kirîzên navçê û destnîşan kir; Pêwîste ku welatên navçê pirtir bi hevra dan û istandinê bikin û riya diyalogê bigrin ber xwe ta ku kirîzên heyî jinav herin.

Sertac Ezîz mişêwirê serokwezîrê Pakistanê li karûbarên derveyî jî bilî diyarkirina keyîfxweşiya xwe bo sefera ducarî bo Têhranê û hevdîtina tev Zerîf û karbidestên derecebilinde Îranêragihand ku Pakistan dê bi hêz û qawet li hemberî terorîstan raweste. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu